Itîlafa Sûrî hoşdarî da: Neçarkirin li ser vegerê gefê li jiyana penaberan dike

Itîlafa Sûrî hoşdarî da: Neçarkirin li ser vegerê gefê li jiyana penaberan dike

Nov 18 2023

Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî hoşdarî ji neçarkirina penaberên Sûrî, li ser vegerê bo navçeyên Rêjîmê da.

Bazineya ragihandinê ya Itîlafê got: Ehmed Bekûra, hemahingê nivîsgeha karûbarên penaber û derbideran tekez kir, ku bi sedema binpêkirin û tawanên Rêjîmê dermafê sivîlan de, Sûriya hîn ji bo vegera penaberan ne aram û ewleh e.

serbar kir ku Bekûra, banga li Civaka Navdewletî kiriye ji bo hewlên bêtir û encamdana veguhastina siyasî li Sûriyê.

Hemahingê nivîsgeha karûbarên penaber û derbideran ya Itîlafê, amaje bi raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan derbarî kuştina penaberekî di bin eşkenceyê de, kir û got: Ev yek tekez dike ku beriya veguhastineke siyasî li gor biryarên 2118 û 2254, mercên ewleh ji bo vegera penaberan tune ne.

Hoşdarî da: Neçarkirina Penaberan li ser vegerê bo navçeyên Rêjîmê, jiyana wan dixe metirsiyê de. Rastî girtin, windakirina neçarî û jiyanjidestdanê di bin eşkenceyê de tên. Ev yek pinpêkirin e ji yasayên navdewletî re yên taybet bi mafên penaberan.

Roja Înê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan dabû zanîn ku di 15ê Tebaxa 2022yan de, penaber Edhem Hisên xelkê bajarokê Medaya yê bi ser Şamê ve, dema ku ji Tûrkiyê vedgeriya Sûriyê, ji aliyê şaxê ewlehiya esmanî ya ser bi Rêjîmê ve hate girtin.

Û Da zanîn ku malbata Edhem di 14ê vê mehê de, dema hewl didan demekê ji bo seredana wî wergirin, nûçeya mirina wî bihîst, û ta niha nikarîne termê wî wegirin.

218