Serok sersaxî ji malbata yek ji Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûn û Gulanê re şand

Serok sersaxî ji malbata yek ji Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûn û Gulanê re şand

Nov 24 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, nameyek sersaxiyê bi koçadawiya yek ji Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûn û gulanê, belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata xwedê jêrazî Mîrza Refîq

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê û kesayetiyê diyarê Silêmanî û Pênciwên (Mîrza Refîq) gihîşt me.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî we yên birêz û tevahiya xizm û kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.11.2020

239