Jeo Biden dema mayîna hêzên Emerîkayê li Iraqê dirêj kir

Jeo Biden dema mayîna hêzên Emerîkayê li Iraqê dirêj kir

May 21 2024

Serokê Amerîkayê dema mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê ji bo saleke din dirêj kir.

Di vê çarçoveyê de Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji Kongreya Amerîkayê re pêşkeş kir û Qesra Spî vê derbarê de belav kir û di nameyê de hat gotin, ew astengên rastî dubare avadanîkirina Iraqê heye û herwaha amadekariyên ji bo aştî û seqamgiriyên ewlehî û parastina wan û pêşxistina saziyên siyasî û rêveberî û aboriyê li Iraqê heta naha jî metirsî û gefxwarinên ne asayî li ser asayîşa niştimanî û siyaseta derve ya Iraq û herwaha Amerîkayê hene.

Herwaha hatiye gotin ku, ji ber rewşa neasayî ya niştimanî û bi taybet derbarê seqamgiriya Iraqê de heye dibe sedem ku heta 22yê Gulan a sala 2025ê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.

Ew biryara Serokê Amerîkayê di demekî de ye ku hikûmeta Iraqê û beşek ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza dûrxistina hêzên Amerîka û hêzên hevpeyman li Iraqê dikin û ji bo wê jî çend carekan civîn di navbera hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeyman de bi armanca bi dawî anîna erkê hêzên hevpeyman pêkhatin.

144