Herêma Efrînê bi teqînan pêşwazî li sala 2021ê kir
ARK NEWS... Di duyemîn roja sala nû de teqînek li navenda navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê rû da, tê de zêdetirî deh kesan birîndar bûn, di nav wan de jin û zarok jî hene.
Jêderên xwecihî ji ARKê re dane zanîn ku teqîn ji derencama otomobêleke bombirêjkirî, li ser rêya sereke ya Cindirêsê çê bû, tê de welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin gihişt cihê bûyerê.
Ji aliyê xwe ve tîma berevaniya sivîl ku bi kum spî têne naskirin li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir û ragihand ku 11 welatiyên sivîl birîndar bûne, di nav wan de du jin û du zarok in.
Heman jêderê tekez kir ku tu kes jiyana xwe ji dest nedaye, û birînên welatiyên sivik in.
Ev teqîn yekemîn teqîn e li Efrînê rû dide, weke hemû teqînan tu aliyekî nexistiye stûyê xwe de, û berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye.
Ş.E
410
