Çîroka serkeftina keça wî doseya girtiyê kurd Rajal anî hole

Çîroka serkeftina keça wî doseya girtiyê kurd Rajal anî hole

Nov 17 2023

Rewan Temir, keça girtiyê kurd, Rajal Temir e, ji zanîngeha Şamê li paytexta Sûriyê derçû, bi wê yekê doseya girtiyê kurd Rajal hat hole, ku 11 sal in bêserûşûn e.

Rewan ji kolêja bizîşkiya mirovî ji zanîngeha Şamê, derçû, ku tevî jiyana zehmet, çîroka serketinê tomar kir.

Rajal Temir kî ye
Di 3yê Cotmeha 2012an, ciwanê kurd Rajal, ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed ve, li Şamê hat binçavkirin.

Rajal ji ber çalakî û beşdariya xwe di xwepêşandanên li dijî rêjîmê li Şamê, li taxa Zorava hat girtin, ta niha agahî li ser tune ne.

Girtiyê kurd Rajal Temir, jidayîkbûyê sala 1975an, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, 3 zarokên wî hene.

Ji dema ku şer û alozî li Sûriyê dest pê kiriye, rêjîma Esed bi sedê hezaran ji dijberên xwe giritin û xistin zîndanan de, li gorî çavdêr sûrî tekaz dikin ku ta niha 1 milyon bûne qurbaniya şer û bi sedê hezaran girtî, revandî û winda ne.

68