Pêşverû kongira xwe li dar xist û Selah Derwîş bû sekretêr

Pêşverû kongira xwe li dar xist û Selah Derwîş bû sekretêr

Oct 21 2023

Roja Înê, 20ê Cotmehê, Partiya Dîmoqratî Pêşverû a Kurd Li Sûriya "P.D.P.K.S" kongira xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Di Kongirê de, 170 nûner amade bûn, û Dr. Selah Derwîş weke sekretêrê P.D.P.K.S hate hilbijartin.

Herweha 27 endam bo komîta navendî hatine hilbijartin û biryar e îro Şemiyê, endamên nivîsgeha siyasî werine hilbijartin.

Piştî koçbarkirina Ebdilhemîd Derwîş sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû a Kurd Li Sûriya, ji ber hebûna nakokiyên hundirîn, kongira Pêşverû çend caran dihate paşxistin.

156