Kurtejiyana hunermendê kurd Ehmed Kaya

Kurtejiyana hunermendê kurd Ehmed Kaya

Nov 16 2023

Hunermendê bakurê Kurdistanê Ehmed Kaya, di malbateke hunerî de mezin bûye, û jiyana xwe ji bo xizmeta huner de terxan kiribû, di 28ê Cotmeha 1957an ji dayîk bûye , ji devera Adamiyan ya Bakurê Kurdistanê ye, 4 birayên wî hene, û Kaya yê herî biçûk di nav birayên xwe de ye .

Ji ber niyaza wî di derxistina elbomeke kurdî, ji aliyê ewlekariya Turkiyê ve hate xwestin, û neçar bû, sala1999an de, dema berê xwe daye Fransayê car din venegere Turkiyê.

Yekemîn ahang tê de beşdar bû, li roja karkeran de di temenê 9 salî bû, û yekemîn stran bi kurdî got, strana Xweşnav, hunermendê Rojavayê Kurdistanê strana Kerwan bû.

Di ahangekê de got ku ew dê stranên xwe bi kurdî bibêjê, lê ew yek bû cihê nerazîbûna beşdarên turk, û piştre tevlîheviyek di wê ahangê de ji ber axaftina hunermend Ehmed Kaya çêbû .

Hunermend Ehmed Kaya, 16 Mijdara 2000, ji ber kirîzeke dil jiyana xwe ji dest da, ku îro 23 sal in koça dawiyê kiriye, û li goristaneke Fransayê, bi xak hat spartin, û ta niha di nav civaka kurdî de weke hunermendekî xwedan helwêst ji bo doz û zimanê Kurdî tê naskirin.

84