Kurtejiyana helbestvanê kurd Dildar danerê sirûda Ey Reqîb

Kurtejiyana helbestvanê kurd Dildar danerê sirûda Ey Reqîb

Nov 12 2023

Helbestvanê kurd Dildar, danerê sirûda Ey Reqîb di rojeke weke îro, beriya 39 salan, di 12 Mijdara 1984an de koça dawiyê kir.

Kurtejiyan:
Di 20î sibata sala 1918an de, bajarê Koye yê bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê helbestvanê Kurd, Dildar, nivîskarê sirûda netewî, ya Kurdistanî Ey reqîb anî dunyayê.

Navê helbestvanê kurd Yûnis Mela Reûf e, lê bi Dildar, tê naskirin, li bajarê Koye ji dayîk bûye, her du astên sereteyî û amedayî li Raniya û Koyê xwendine, her weha xwendina xwe ya navendî li Kerkûkê bi dawî aniye, li Bxdayê jî zanîngeh xwe beşê mafperweriyê xwend û bawername di sala 1945an de, bi dest xwe ve xist.

Helbestvan Dildar, weke parêzerkî jîr û zîrek kar dikir, û bû parêzerê her stembar û hejarekî, her weha bawernameya xwe di berevanîkirina di ber doza Kurdî de terxan kirbû.

Hezkirina xak û welêt:
Ji piçûkaniya xwe ve, hestên netewî, nîştîmanî, girêdan û hezkirina welêt û hizir û ramanên şoreşgerî, azadî û serbestî, di dilê wî de hatin çandin, ew yek hişt ku bi pirtûk, roman, dîrok, zanist û çanda xwecihî û biyanî ve were girêdan.

Di sala 1938an de Tevlî partiya Hîwa bû, û karê xwe yê ramyarî di xizmeta gelê kurd û Kurdistanê de, berdewam kir, serbarî xwe di her warekî, di wêje, zanist, û helbest jî pêş xist û bû xwedî bi dehan berhaman.

Nivîsandina sirûda Ey Reqîb:
Piştî ku berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê, ji ber hest û helwêstên wî yên pak, ji aliyê ewlakariya rêjîma Îranî ve hate binçavkirin û girtin, lê di zîndanê de jî pêçî û tiliyên wî nehatin rewetandin, di bin stemkarî û zordariya zebaniyan de, helbestek bi navê Ey Reqîb nivîsand, tê de weke rûbirûbûnekê û tehdiyekê li hember zebaniyan rawestiye, helbest, ji aliyê Husên Bercenzî ve hate awazkirin, û bû sirûda fermî ji kurdan re, di komara Kurdistanê li Mehabadê bi fermandariya tekoşer û rêber Qazî Mihemed, hate xwendin, ta roja weke îro weke sirûda fermê ya herêma Kurdistanê û parçeyên din e.

Koçbarkirin:
Helbestvan Dildar, di temenê ciwaniyê de, di 30 saliya xwe de, sala 1948an koça dawî kir, û li goristana mezin ya Hewlêrê bi xakê hate spartin.

114