Li gundekî Efrînê komên çekdar li ser malên kurdan bi hev ketin

Li gundekî Efrînê komên çekdar li ser malên kurdan bi hev ketin

Nov 01 2023

Çekdarên Sultan Murad, Li gundê Qurnê yê bi ser navçeya Bilbilê ya herêma Efrîna Rojavay Kurdistanê, li ser desteserkirina mal û mulkên kurdan, bi hev ketin, di encamê de birîndar ketin.

Jêdereke taybet îro da zanîn: Di 30yê meha bûrî de, şer di navbera çekdarên Murad Ebû Welîd Elizî û çekdarên Hîcab Fêsel Elizî ku pismamê hev in, di nava çekdarên Sultan Murad in, li nav gund, li mala ku ji xwe re kirine baregeha leşkerî, şer derket, sedem jî, li ser destserkirina demsala darên zeytûnan yên kurdan e.

Jêderê anî ziman jî: Bi dehê hezaran ji darên zeytûnan li gund û derdora wê, çekdarên Sultan Murad ji xwe re desteser kirine û xêr û bêrên wê dibin, carinan nakokî navbera wan, bi xwe de derdikeve û tirs û nerihetiyekê dixin nava dilê sivîlan de.

Li aliyekî din, li hin gundên navçeya Şêrawa weke Soxanekê û Kîmarê, çotkarên kurd nikarin berhema darên xwe biçinin, ji ber ew dever weke devereke leşkerî hatiye ragihandin,

Jêdera tayber tekez kir: Gundê Soxanekê di bin destê PYDê û rêjîma Sûriyê de ye û gundê Kîmarê di bin destê Turkiyê û çekdarên Hemzat de ye her du gun hevsînor in, deşta her du gundên hevsînor weke devereke leşkerî hatiye ragihandin ku 3000 – 4000 darên zeytûnan yên kurdan ji çinînê bêpar in.

Bi hatina desmala zeytûnan, her cureke binpêkirina pê re tê holê, ji bilî destserkirin û bêparkirina berhemê, baceke giran li ser cotkar û xwediyên guvajgehan têne sepandin.


115