Serokatiya ENKSê û YNKS rewşa rewşenbîrî gotûbêj dikin
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê li gel şandeke bi Yekîtiya Nîviskarên Kurdistan Sûriya re civiya.
Duh Şemiyê her yek ji Mihemed Ismaîl, Silêman, Fêsel Yûsif, Ni'met Dawûd û Fesla Yûsif endamên Desteya Serokatiya ENKSê bi şandekê ji Yekîtiya Nîviskarên kurdistan Sûriya re ku ji her yek ji Ebdulkerîm Mihemed serokê yekîtiyê,Ebdulsemed Mehmûd cîgirê serokê yekîtyê, Ehmed Sofî û Izidîn Mela endamên komîta peywendiyan û Vanês Mîranî serokê nûneraItya yekîtIyê li Herêma Kurdistanê pêk dihat civiyan.
Di cvînê de herdu aliyan rewşa rewşenbîrî û wêjeyî li Sûriyê bi giştî û rojavayê kurdistanê bi taybetî, astangiyên ku têne pêşya nîviskar û rewşenbîran û rêyên çareserkirina van kêşeyan ji tevaya aliyan ve gotûbêj kirin.
179