Hewlêr.. Semînarek derbarê doseya Efrînê û dawîn pêşhate

Hewlêr.. Semînarek derbarê doseya Efrînê û dawîn pêşhate

Oct 28 2023

Encûmena Efrînê ya Sivîl, roja Înê 27 Cotmeha 2023yan, Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, semînarek ji bo gotûbêjkirina doseya Efrînê li dar xist.

Di lêdwaneke taybet de bo ARKê, Ibrahîm Korêş serokê Encûmena Efrînê ya Sivîl got: "Di dema dawiyê de me dest bi çalakî û hejmarek semînar li Ewropa û Turkiyê û Herêma Kurdistanê kir. Eger derfet hebe em ê di demeke nêzîk de, li Efrînê kar bikin".

Û tekez kir: "Encûmena Efrînê ya Sivîl kar li ser belgekirina binpêkirinan kiriye, û em bi gelek aliyên Ewropî û li Turkiyê û Herêma Kurdistanê re civiyane û me ew agahdarî rewşa Efrînê kirine".

Serbar kir jî: "Di 2018an de me li Efrînê bi şêweyeke ne eşkere kar dikir, û gelek çalakî hatin encamdan. Di wê demê de, gelek caran me çalakiyên xwe ranedighandin, ji ber ku madî bûn û me weke erk didît".

Ferîd Reşîd cîgirê serokê Encûmena Efrînê ya Sivîl got: "Ev semînar bi armanca komkirina xelkê Efrînê û hestkirin bi azara Efrînê û gihandina dengê wê bo tevaya cîhanê, hat".

Got jî: "Dilê me li ser Efrînê ye, ku rastî binpêkirinan tê. Darên me yên Zeytûnan têne birîn û bac têne sepandin".

Derbarê vegera malbatan bo zêdê xwe, tekez kir: "Rojane malbatên koçberkirî, derbider û penaber vedgerin. Nasnameya Efrînê ya kurdistanî, dê her bimîne parastî".

Di semînarê de, Dr. Fewzî Qedûr nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Siwîsrayê beşdarî gotûbêjkirinê bû, bi amadebûna kesayetên siyasî, civakî û rewşenbîrî û welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

118