Ji ber buhabûna nirxê Cilên Nû li Hesekê, Xelk Cilên Bala bi kar tîne

Ji ber buhabûna nirxê Cilên Nû li Hesekê, Xelk Cilên Bala bi kar tîne

Oct 27 2023

Di gel nêzîkbûna werzê Zivistanê û Seqa tê guhertin û berve sarbûnê diçe, welatî li bajarê Hesekê dest bi kirîna Cilên Zivistanê dikin, xwestek li ser Cilên kevin û Bala Ewropî zêde dibe, ji ber herzaniya nirxê wan li himber nirxê Cilên Nû ku gelek buhan e, serbarî nebûna Kiwalîtî û têçûna guhestina Cilên Nû.

Rewşa xirab, Sextiya jiyanê, hejariya xelkê û Daketina Lêreya Sûrî li himber Dolarê Emerîkî, xelk neçar kiriye hizrê li pêdiviyên sereke ji xwarin û vexwarinê bike, pişt re cil di pileya tiştên lawikî û ne sereke tên, lewma xelk berê xwe dide cilûbergên bale û bikarhatî.

Di Vê derbarê de, bazirganek ji bajarê Hesekê wiha dibê: (Çekê Bala du beşin, yek ji Hesekê û Sûrî ye û beşê din Ewropî ye, New`ê (Cor) pir Ewropî ne, Cewda(Kiwalîtî) wê çêtir e wek dibêjin ji Helebî û Şamî, New`iya wê çêtir e, mumyeiztir e, ev e yek jê, a didwan, kesên belengaz, hejar, kesên feqîr heta yên dewlemend jî , gava diçin parçeyek Cilê Nû yên zarokan dikre, bi zêdetirî 150 Hezar L.S dikre, ê buha ye, nexasim malbateke mezin be zarokê wan pir be, lê dema tu diçî parçeyek Balê digre corê baş, kiwalîtiya baş, tenê bi 10 yan 15 Hezar L.S, tê dinere cudahiyeke pir heye, cûdahiyeke pir heye di navbera herdu coran de, lewma xelk bêhtir Cilên Balê dixwazin).

Pêştir Cilûbergên Bala yê Ewropî di rêya Heleb û Şamê re hatin hawirde kirin bo Navçeyên Kurdî, lê ew rê hat girtin. ji ber Gumrik û Bacên giranbuha li ser wan hat sepandin ji aliyê Firqeya 4an ya Leşkerî ya ser bi Rêjîma Esed ve.

Herwiha bazirgenekî din ji bajarê Hesekê basa Cilên Balê ji bo ARK NEWS dike: (Mesela Iqtîsadê ye, Dolar li himberî perê Sûrî bilind dibe, Perê Sûrî Inhiyar dibe, ji ber wisa jî xelk berê xwe nade Marka, Bazar û Mulên Mezin, Novetiyên Xweşik, bo nimûne, anha tu herî Pentelonekê bikre wê ji te re bêjê 200 hezar L.S, Kenzak jî bi 100 yan 110 Hezaran e, Botek bi 150 Hezaran e, lê ser balan ne wisa ye, û Cilên Bala xweşikin, Ewropîn e, Mumtazin, gelkî kiwalîtiya wan bilind e, Ciwanê Hesek Ciwantirîn Modêl ji Cilûbergên Balê derdixîne û li xwe dikin, paqijin û herzanin, Cilûbergên Bala Herzantir e ji Cilûbergên Nû).

Niha tenê Dergehê Pêşabur - Sêmalka take Dergehê ji bo bazrganiya Cilûbergê Bala yê Ewropî bo Rojavayê Kurdistanê.

128