Salvegera şehîdbûna 12 pêşmergeyên Leşkerê Roj
Di 26ê Cotmeha 2014 û 2017an de, dozdeh pêşmergêyên Leşkerê Roj navên xwe di dîroka qurbaniyê de bo xaka Kurdistanê tomar kirine û şehîd bûne.
Roja 26 Cotmeha 2014an, çar pêşmergeyên Leşkerê Roj di şerê li dijî rêxistina DAIŞ ya terorîst de şehîd bûn.
Şehîd jî ev bûn:
- Neqîb Ekrem Mihemed Hesen
- Loristan Elî Yûsif Gurî
- Ehmed Seîd Ebdila Osman
- Mihemed Hisên Kemal Hisên
Di 26 Cotmeha 2017an de, li bereyên şer li Zumar û Ên Iwês, 8 pêşmergeyên Leşkerê Roj Şehîd bûn.
Şehîd jî ev bûn:
- Newaf Resûl
- Cemal Mistefa Ehmed
- Mihdî Silêman Umer
- Rodî Salih Ibrahîm
- Ebdilhenan Henan
- Aldar Hewas Nadir
- Îvan Mihemed Emîn
- Kelhat Hacî Şêxê
Leşkerê Roj di 12ê Adara 2012an de hatiye damezrandin û ji despêka damezrandina xwe ve, ji bo parastina gelê Kurd û xak û sînorê Kurdistanê bi dehan Pêşmerge bi merdî şehîd û birîndar dane.
281
