
Rêbendên rêjîma Sûriyê bacan li ser welatiyên Dêra Zorê disepîne
Jun 16 2024
Li parêzgeha Dêre Zorê rêbendên rêjîma Sûrî li devera dibin kontrola xwe da bacan bi hiceta Cejna Qurbanê li ser xelkê disepîne
Li gorî Rewangeha Sûriyê, îro 16ê Hezîrana 2024ê, bacên darayî li ser sivîlan hatin sepandin, li xalên leşkerî yên rejîmê.
Sala borî, hevdem ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, endamên "Firqeya Çaran" a rêjîmê ku li dergehê El-Meyadîn bi cih bibûn, bacên darayî li ser sivîlan di bin navê "Eidiya" de ferz dikirin.
109