PDK-Sê salvegera şehîdbûna pêşmerge Remedan Hisî vejand

PDK-Sê salvegera şehîdbûna pêşmerge Remedan Hisî vejand

Apr 22 2023

ARK NEWS... Duh sibehê 21ê Nîsana 2023yan di yekem roja cejna Remezanê de şandek ji rêxistina kampa Kewregoskê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê serdana gora şehîdê pêşmerge Remedan Hisî kir.

Rêxistina kampa Kewregoskê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê gurzek gul danî ser gora şehîd û fatîhe li ser canê wî xwend, serbarî gotar li ser jiyan û rola pêşmerge pêşkêş kirin.

Beriya 8 salan, di 21/4/2015an şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Remedan Fêsel Ibrahîm Hisî di şerê rêxistina DAIŞa teror, li Herêma Kurdistanê, di eniyên şer de, xwîna xwe kir qurbaniya axa welêt, û xwe kir cangoriyê Kurdistanê.

Şehîdê Pêşmerge, sala 1997an, li gundê Xerabê Bajar yê ser bi navçeya Çil Axa, ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji dayîk bûye.

Malbata şehîd, bi girêdana xwe bi rêbaza Berzaniyê nemir dihatin naskirin, li gundê Delavê Kera, li devera Aliyan, ya herêma Dêrikê, jiyan dikirin.

Wekû kiryarên nijadperestî, li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatibûn sepandin, ew malbat jî, ji binpêkirinên rêjîmê, bêpar neman, û zeviyên wan yên li gundê Dêrina Qulinga, ji wan hatin standin, û desteserkirin, û li ser ereban hatin dabeşkirin, û belavkirin.

Pişt re wek qereboyekê li şûna 300 hiktarên desteserkirî, bi tenê 4 hiktar, li gundê Şêro, ji wan re hatin pêşkêşkirin.

Ji ber wan kiryaran, malbat di cefa, û zehmetiyeke mezin dijiyan, lewma neçar bûn, berê xwe bidin Şama peytexta Sûriyê, da ku debara jiyana xwe dabîn bikin, li Kiswê bi cih bûn, û li wir zaroktiya şehîd Remedan dest pê kir.

Ji 2003yan ta 2009an, xwendina xwe ya seretayî, li dibistana Nîhad Salihê xwend, lê ji ber şerê Sûriyê, û rewşa tevliheviyê ,nexasim xwepêşandan, û damezrandina şebîheyan, da ku bi qirkirin, û tunekirina xwepêşandan rabin, nikarî xwendina xwe berdewan bike.

Di despêka kirîzê de, şehîd rastî hewla revandinê hat, lê karîbû xwe ji revandinê rizgar bike, piştî wê, bavê şehîd neçar bû, herdu kurên xwe bişîne Herêma Kurdistanê.

Sala 2013an de, şehîd Remedan, û bireyê wî yê mezintir Ibrahîm, navên xwe di refên Pêşmergeyan de tomar kirin, lê ji ber nebûna xuleyan di wê demê de, di 26/10/2014an, tevlî xuleke Pêşmergeyan li Benislawa Hewlêrê bû, û di Lîwaya 1ê, Fewca 3iyan de, cihê xwe girt .

Piştî du mehan ji rahênan, û perwerdekirinê, tevlî rêhevalên xwe di şerê DAIŞa teror bû, di rizgarkirina gundê Herdan, Til Şebek , Şengal, û Zorava deşdar kir, piştre, ji bo Helûm, Bîra Helûm, û Xerayic vekişyan hata ku, piroseya rizgarkirna Bendava Mûsilê, Til Rîm, Til Zeheb û Şindox despê kir, û salekê li Til Rîm ma.

Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Remedan Fêsel Ibrahîm Hisî, di 21 Nîsana 2015an, li gundê Herdan, li deşta Malih li dijî rêxistina DAIŞa teror şehîd bû, û li kampa Kewregoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi xak hat spartin.

Ş.E

194