Pirtûka (Hunermend Mihemed Şêxo - Huner) hat îmzekirin

Pirtûka (Hunermend Mihemed Şêxo - Huner) hat îmzekirin

Feb 05 2023

ARK NEWS... Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (Şaxê Hesekê) ji bo nivîskar Miş'elê Osman û Ibrahîm Ebdî ahengeke îmzekirina pertûka bi navê (Hunermend Mihemed Şêxo - Huner) li hola Cegerxwîn ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li dar xist.

Di destpêka ahengê de serokê şaxê Hesekê helbestvan Seyfidîn Qadirî bixêrhatina amadebûyan kir, piştre nivîskar Yûnis Hemê (Bavê Serbest) gotara yekîtiyê pêşkêş kir.

li gorî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Şaxa Hesekê gotiye ku di ahengê de komek hunermend (Ferhan Bavê Mîdiya, Masûm Şikakî, Ebduselam Gênco, Mihemed Osê, Mehmûd Hesen, Farûq Yûsif û xortê nûhatî Sa'îd Gabarî) amade bûn.

Di vê ahengê de gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û kesên bi çandê re mijûl bûn, amade bûn.

177