Çekdaran çalakvanek li Cindirêsê binçav kir
Aug 27 2020
ARK NEWS... Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakvanekî ereb ji ber ku belavokekê li ser rûpela xwe ya fêsbokê belav kir ji aliyê çekdaran ve hat girtin û dadgehkirin.
Çalakvan Mehmûd Dîmeşqî ku li Cindirêsê niştecî ye ji ber belavokekê li ser girûpên çekdar belav kir û tê de rexne li wan kir ji aliyê çekdaran ve hat girtin û ji bo sê heyvan zîndanê hat dadgehkirin.
Çalakvanê navbûrî belav kiribû bêguman ne cihê rûmetê li cem Turkiyê ku ala xwe li ser sîngî monafîqan wate durûyan deyne, eger we jî weke turkan şanazî bi welat û şoreşa xwe kiriba, niha hûnê dujminê wan bana û ji wan re nedibûn kole.
Ş.E
291