Qamişlo.. Revandina Keçeke din ji aliyê çekdarên

Qamişlo.. Revandina Keçeke din ji aliyê çekdarên "Ciwanên Şoreşger" ve

Oct 26 2023

Li Qamişlo keçeke din ya 15 salî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve ji bo leşkeriyê hat revandin.

Malbata keça bi navê Solîn Îbrahîm dibêje, ku ev 12 roj in çekdarên "Tevgera Ciwanên Şoreşger", keça wan revandiye û heta niha cihê wê eşkere nakin.

Malbata Solîn got jî, ew li Qamişlo û Hesekê çûne hemû navendên Rêveberiya PYDê lê tû kesî guh nedaye wan û keça wan venegerandiye.

Di vê mehê de ev 4emîn keça jêr 18 salî ye ku ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger û Çekdarên YPJê ve tê revandin, û heta niha ji bo malbatên wan nehatine vegerandin

96