Kampa Domîz.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêdiviyên dibistanan dabeş kirin

Kampa Domîz.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêdiviyên dibistanan dabeş kirin

Oct 24 2023

Li kampa Domîz 1 ya penaberan li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî “BCF”, pêdivî li ser dibistanan dabeş kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê gotiye: ”Roja 22yê Cotmeha 2023yan û bi hevkariyê li gel Rêveberiya Perwerdeyê ya Duhokê û Rêxistina UNICEF, pêdiviyên sereke li ser 9 dibistanan li kampa Domîz 1, hatine dabeşkirin ”:

Daye zanîn jî ku, alîkariyan (pêdiviyên fêrkirina Zimanê Erebî, Zanist û Bîrkariyê) li xwe girtine, û amaje kiriye ku hejmara şagirtan li wan dibistanan dighêje nêzîkî 9293 şagirtan.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, rêxistineke ne hikûmî ye, di ware mirovî de li Herêma Kurdistanê çalak e, kar li ser dabînkirina alîkariyan bo penaber, derbeder û xwedanên pêdiviyên taybet dike.

Piştî erdheja Sibatê, Dezgeh derbasî Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û di 4 Tîrmeha bûrî de, li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê, vekir

91