Ji serê salê ve 416 welatî li Efrînê hatine binçavkirin

Ji serê salê ve 416 welatî li Efrînê hatine binçavkirin

Sep 11 2022

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji serê sala 2022yan de ta roja îro, bi sedan welatiyên kurd, di nav wan de jin û welatiyên bitemen j' hene ji aliyê komên çekdar ve hatine girtin û binçavkirin.

Li gorî belgekirina ARKê ji meha Çileyê ta Tebaxa îsal de, 413 welatiyên kurd hatine binçavkirin, piroseyên girtinê li navenda bajêr û 7 navçe, weke Raco, Cindirêsê, Şiyê, Bilbilê, Mabeta, Şera û Şêrawa hatine encamdan, piraniya welatiyan bi tometa PYDê yan kar di serdema rêveberiya wê de kirine, têne girtin.

Xişteya belgekirina binçavkirinê li gorî mehan bi vî awayî ye:

Di Çileyê de 31 girtî
Di Sibatê de 36 girtî
Di Adarê de 65 girtî
Di Nîsanê de 35 girtî
Di Gulanê de 51 girtî
Di Hizêranê de 49 girtî
Di Tîrmehê de 31 girtî
Di Tebaxê de 61 girtî.

Ji bilî heyva Îlûnê ji serê salê ve 416 welatî hatine girtin, piraniya wan li hember dane pereyan yan weke fidiyê tê naskirin hatine berdan, beşeke mezin ji wan rewşa xwe çareser û serast kirine, lê tevî wê yekê jî têne girtin û revandin.

Li gorî jêderan tekez din ku di meha Îlûnê de jî çend welatî hatine girtin û li hember serbestberdana wan banga peryan dikin.

Ji dema ku Turkiyê û komên çekdar destê xwe danîne ser herêma Efrînê, proseya revandin û binçavkirinê berdewam dike, her çend gund û çend tax weke deverên hejmûn ji girûpekê re hatiye destîşankirin, û girûp bi karê sepandin biryarên tund, desteserkirin, revandin û binçavkirina welatiyan encam dide, tevî derbasbûna zêdetirî 4 salan hîn Jî şêniyên Efrînê ji diyardeyên çakdarî gilî û gazinan dikin û banga derketina çekdaran û radestkirin deverê bo xelkê wê dikin.

Ş.E

85