Başûrê Idlibê hat topbarankirin
Aug 09 2018
Li Sûriyê armanckirina deverên derveyî kontrola rêjîmê berdewam in .
Li gorî zaniyariyan di encama topbarana ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hijmarek teqîn li gundewarê Idlibê rûdan bi taybet derdora bajarê Xan Şêxûn.
Her li gorî zaniyariyên ku ziyan bi tenê madî bûn û tu ziyanên canî neket in .
Li gundewarê Derayê jî bombeyek çandî hate teqandin di encam de Çar kes birîndar bûn û di nav wan de Du zarok hebûn.
688
