Erdoxan : Turkiya û Rûsiya li ser jinavbirina rêxistinên terorî rijd in

Erdoxan : Turkiya û Rûsiya li ser jinavbirina rêxistinên terorî rijd in

Apr 09 2019

ARK NEWS .. Lotkeya dualî ya ku navbera Rûsiyê û Turkiyê li Moskoya paytexta Rûsiyê duh 8/4/2019an bi dawî hat tê de herdu serokên welatên navbûrî hijmarek babetên girêdayî bi Sûriyê û girêbesta mûşekên S400 ya Rûsî hatin gotûbêjkirin .

Serokê Turkiyê Receb Teyb Erdoxan di kongireke rojnamevanî de da zanîn ku bi hevşanê xwe yê Rûsî re rêyên dîtina çareyên ji kok ve ji bo rûbirûbûna şerê terorê behs kiriye û doza Sûriyê û mijare dûbare nerîn di hebûna Emerîkî di Sûriyê de û kêmkirina asta şer li Idlibê hatiye gengeşekirin .

Erdoxan tekez kir ku herdu welatên Rûsiyê û Turkiyê li ser jinavbirina rêxistinên terorî rijd in û li gor axaftina wî ku wek çawa metirsiya DAIŞ heye di heman demê de PYDê û YPGê jî li ser DAIŞê ne cuda ne.

Di warê bazirganî de navborî ameje pê kir ku civîna 8em ya komîta stratîciya bilind bi serkeftî hat encamdan û armanc jê bihevgugertina bazirganî navbera Rûsiya û Turkiyê de ta 100 milyar dolar e û gelek piroje hevbeş di warê kar de ne û hîn bi dawî nehatine .

Ji aliyê xwe ve serokê Rûsiyê Filadîmêr Pûtîn di Kongira rojnamevanî de ragihand ku nayê pejirandin ku Sûriyê bibe herêmêm hejmûn û ya girîng selametiya xaka welêt e .

Pûtîn serbar kir ku di lotkeyê de rewşa herêma kêmkirina asta şer li Idlibê û asoyên cîbicîkirina yadeşta Sotşî hat guftûgokirin .

Serokê Rûsiyê bal kişand ser ku Rûsiya û Tûrkiya dê berdewam karê aktîv di çarçoveya Asîtanê bi beşdariya Îranê de bikin û piştî jinavbirina hêzên sereke ya terorîstan divê ronî li ser aramiya rewşê li ser xakê were kirin û çareyek siyasî li gor biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî hijmar 2254 were pêşkêkirin .

Ş.E

354