Serok Barzanî pêşwazî Balyoza Swêd li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî Balyoza Swêd li Iraqê kir

Mar 13 2023

ARK NEWS... Roja Duşemê 13ê Adara 2023yan li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li xanima Jêsîka Svardstrom Balyoza Swêd li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq, navçeyê û astengiyên li ber aramiya Iraqê û bicîhkirina bernameya Hikûmeta Iraqê guftûgo kirin.

Di civînê de ronahî xistin li ser gefên hizra tundrewî li ser paşeroja Iraq û navçeyê û tekez li ser bicîhkirina rêkeftinnameya Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê kir.

Her li vê hevdîtinê de Balyoza Swêd li Iraqê got ku welatê wan palpiştiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û ji bilî balkişandina li ser bûna hejmareke zêdeyê revenda Kurd û Iraqî xwazyarê ew e bû peywendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistan û Iraqê li warên cuda cuda de bê pêşxistin.

Her weha Serok Barzanî jî spasî gel û Hikûmetên Swêdê kir ku herdem li rojên teng de dergehên xwe bi rûyê gelê Kurdistanê vekirine û palpiştê doza gelê Kurdistanê bûne.

113