Girkê Legê .. Pêşwaziyeke gerim li Apo hat kirin
ARK NEWS .. Di berdewamiya pêşwazîkirina xelkê ku dilxweşiya xwe bi serbestberdana xebatkar Ebudlrehman Apo didine xuyakrin , duh 17 Mijdarê 2018an xebatkarê kurd Ebudlrehman Apo Endamê Komîta Navendî ya Paritya Demoqrata Kurdistan Sûriya serdana bajarokê Girkê Legê kir.
Di merasîma pîşwazîkirinê de kurdperwer û welatparêzên Kurdistanê ji tevahiya devera Aliyan , û Girkê Legê bi germî beşdarî di merasîma pêşwazîkrinê li xebatkar Ebudlrehman Apo kir, û dilxweşiya bi serbestberdana Apo dane xuyakirin.
Herweha tekez kirin ku ew ê li ser rêbaza kurdayetiyê rêbaza Barzaniyê nemir berdewam bin , û tu hêzek nikare vîna miletekî azadîxwaz bişkîne .
Di 14ê vê mehê de xebatkarê kurd Ebudlrehman Apo ji zîndanên PYDê serbest hate berdan , ew jî piştî derbasbûna salek û çar mehan ji girtinê .
568
