Belavkirin û bikaranîna 55 firokexaneyên Sûriyê

Belavkirin û bikaranîna 55 firokexaneyên Sûriyê

Oct 20 2023

Firokxaneyên leşkirî roleke mezin di encamên şer û pevçûnenda heye.
Piştî derbasbûna zêdetirî 12 salan ji destpêka şoreşa Sûrî re,

hêzên derve kontrolê li ser baregeh û firokexaneyên leşkerî li Sûriyê hene dike, di heman demê de hin firokexaneyên sivîl bûne, û amrazek bû ji Îranê re ji bo şandina çekan bi qaçaxî.
Li gorî navenda Cisûr ku li Sûriyê 55 Firokxane hene.

Firokexaneyên leşkerî û sivîl li parêzgehên cuda yên Sûriyê bi vî awayî hatine dabeşkirin:
Li Şamê û gundewarê wê 10 Firokxane
Li Helebê 8 Firokxane
Li Hesekê 8 Firokxane
Li Humsê 6 Firokxane
Li Dêra Zorê 5 Firokxane
Li Suweydayê 4 Firokxane
Li Laziqiyê 3 Firokxane
Li Reqa 3 Firokxane
Li Idlibê 3 Firokxane
Li Der’ayê 3 Firokxane
Li Hemayê 1 Firokxane
LI Tertûsê 1 Firokxane
Firokexaneyên sivîl li Sûriyê 4 û bi vî awayî hatine dabeşkirin:
firokexaneya navdewletî ya Şamê.
firokexaneya navdewletî ya Helebê.
firokexaneya Laziqiyê (Balafirgeha Basil Elesed)
firokexaneya Qamişlo navbera firokexaneya sivîl û leşkerî de tê parvekirin.

Hêzên derve 42 firokexaneyên Sûriyê kontrol dikin û Rêjîma Sûriyê bi tenê 13 firokexaneyên kontrol dike,
6 firokexane di bin kontrola hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Emerîkayê, 3 ji wan hêzên QSDê di hundir de tunene, ew jî balafirgeha Dêrikê, Hecer û Balafirgeha Leşkerî ya Rubaria li Hesekê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 3 firokexaneyan yên di bin kontrola hevpeymaniyê de parve dikin, weke balafirgeha Leşkerî ya Elsebt li Helebê, Balafirgeha Leşkerî ya Qasimiye û Balafirgeha Leşkerî ya Tel Beyder li Hesekê.

Artêşa Turkiyê Balafirgeha Leşkerî ya Teftanaz a Idlibê weke baregeheke leşkerî bikar tine.
Rûsiya bi teniya xwe 24 firokexaneyên li Sûriyê bikar tine û kontrol dike.

Herweha hêzên Îranî di 31 firokexaneyên Sûriyê de amade ne, jê 11 dibin kontrola rêîma Sûrî da ne. û 20 firokexane bi hêzên Rûsî re parve dikin, da ku parastina wan ji armanckirina Israîlî re bike.

Jusor for studies

81