
Bilindikirina rêveberiya PYDê ji kiriya nivîsgehan re nerazîbûn li Qamişlo derxistin
Hevdemê rewşa aborî ya xirab li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya PYDê kiriya nivîsgehên bazirganî li taxa Elsiyahî li navenda bajarê Qamişlo bilind kir.
Li gorî pisûleyeke wergirtina pereyan ya ku ji şaredariya Qamişlo ya ser bi rêveberiya PYDê ve derketiye, gujmê 1400000 Leyreyên Sûrî weke kiriya salane ji nivîsgehekê li taxa Elsiyahî li bajêr ji aliyê şaredariyê ve hatiye wergirtin.
Di vê derbarê de û Li gorî zaniyariyan, bilindkkirina nirxê kiriya salane ya nivîsgehan li Taxê nerazîbûn derxistine.
Li gorî aborîzanan jî, sepandina gujmên mezin li taxa Elsiyahî dê bibe sedema girtina hindek nivîsgehan û dê bi nerênî bandorê li ser tevgera bazirganiyê li bajêr bike.
Li Rojavayê Kurdistanê her dem û demekê rêveberiya PYDê gujmên mezin û bacan li ser xwedanên dukanên bazirganî û kargehan û ev çend jî yek ji sedemên gurkirina diyardeya koçberiyê ye.
242