Bersivdana Sûriyê: Zêdetirî 90 cihî li B. Rojavayê Sûriyê di

Bersivdana Sûriyê: Zêdetirî 90 cihî li B. Rojavayê Sûriyê di "agirbestê" de hatine armanckirin

Oct 14 2023

Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku "agirbest" li Bakurê Rojavayê Sûriyê nehatiye encamdan wek ku hin alî radighînin.

Tîma Bersivdanê duh 13ê Cotmehê 2023yan ragihand, Rêjîma Sûriyê û Rûsiya zêdetirî 92 cihan li B. Rojavayê Sûriyê di dema agirbestê de armanc kirine:

- 86 cih li 26 gundan li gndewarê Idlib, Heleb û Hemayê ji aliyê Rêjîmê ve hatine armanckirin.
- 6 cih li 6 gundan ji aliyê balafirên rûsî ve hatine armanckirin.

Tîma Bersivdanê tekez kir, pêla derbideriyê li deverên ku Rêjîm bombebaran dike berdewam e, ta niha zêdetirî 80 hezar kesî debider bûne.

Beriya niha jî Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê ragihand, ku di encama bombebaranên Rêjîmê de, zêdetirî 400 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane, her weha zêdetirî 2 melyon sivîl ji xizmetguzariyên tendirustî bêpar mane.

160