Endamekî PDK-Sê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da

Endamekî PDK-Sê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da

Oct 14 2023

Duh bi şevê, Mihemed Hesen Têcir endamê encûmena xwecihî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-S, li parêzgeha Silêmaniyê koça dawî kir.

Mihemed Hesen Têcir endamê encûmena xwecihî di rêxistina Silêmaniyê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê de kar dikir.

Koçbarkirî, xelkê gundê Elîşar yê bi ser Kobanê ve ye, jidayîkbûyê 1962yan e, ji sala 1989an ve tevlî Partî bûye, ji wê demê ve ta koçbarkirinê, li ser rêbaza partiya xwe pabend bû û kar dikir.

Di vê dema dawiyê de tevî ku tûşî nexweşiyan bûbû, dîsa ji civînên xwe bêpar nedima û amade dibû.

Navbûrî ji nişteciyên kampa Barîka bû, li goristan kampê bi xakê hat spartin.

88