Nûrî Birîmo: Divê PYDê dev ji leşkerkirina çareseriyan berde

Nûrî Birîmo: Divê PYDê dev ji leşkerkirina çareseriyan berde

Jan 28 2019

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriye Nûrî Birîmo bang li Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYD kir ku “Dev ji rifrata rûbirûbûnê û leşkerkirina çareseriyan berde da ku ezmûna Efrîna birîndar dubare nebe”.

Birîmo ji bo malpera PDK-S got ku her sînariyoyek ji sînariyoyên ku ji bo Kurdistana Sûriyê tê pêşiniyarkirin, astem e ku were bicîkirin eger li pêş wê lihevkirin navbera Enqere û Tehran û helwestine navdewletî û Emrîkî û Rosî newin encamdan, û nabe nerîna Israyîlê were piştguhkirin ji ber ku ew cîrana başûrî ya Sûriyê ye ku milmilaniyeke herêmî û navdewletî tund li ser wê deverê rûdide ku dagirtî şerên tayifî û neteweyî ye, ardûyê wê jî xwîna Sûriyan e yên ku tê de beşdarin.

Birîmo serbar kir ku ji bo Doza Kurdî, PYDê berev nenasiyê ve kişand, ku îro kurd rastî êrîşên neteweperestî û tolhildanan tên, û di xaneyeke teng de hatine dorpêçkirin, baştirîn bijade li pêş kurdan wê tehil be, û ti rê ji bilî lihevhatinê bi cîranan re tunene, û berê xwe bidin çareseriyên aştiyane, bi mercê ku çekdarên PYDê dev ji riftara rûbirûbûnê û leşkerkirina çareseriyan berdin da ku ezmûna Efrîna birîndar dubare nebe.


420