Bilindbûna nerxên dermanan azara welatiyên R. Kurdistanê duqat dike

Bilindbûna nerxên dermanan azara welatiyên R. Kurdistanê duqat dike

Oct 10 2023

Hevdemê daketina nerxê leyreya Sûrî beramberî dolarê Emerîkî û nebûna çavdêriyê, azara welatiyan li bajar û bajarokên R. Kurdistanê berdewam e.

Dermansazekî ji bajarê Hesekê, taybet bo Arkê got: "Nerxê dermanan bi rêjeya 50% bilind bûyê û eger heye bilindtir bibe".

Dermansazê Kurd serbar kir: "Hin kargeh, dermanan bi awayekî ne eşkere û bi nerxekî bilind difroşin dermanxaneyan, herweha dergeh û (Firqeya Çaran) ya ser bi Rêjîma Sûrî ve, baceyan bi rêjeya 28% disepînin. Ev jî sedemine bilindbûna nerxên dermanan in".

Welatiyek jî ji ARKê re axivî û got: "Her dermanxaneyek bi nerxekî cuda ji ya din difroşe, ev yek azara me pirtir dike, û nayê pejirandin".

Bilindbûna nerxên dermanan û windabûna hin coreyan û nebûna çavdêriyê li ser nerxan ji aliyê PYDê ve, azara welatiyên nexweş û kesûkarên wan duqat kiriye.

144