Turkiyê li ser xistina droneke wê daxuyanî da

Turkiyê li ser xistina droneke wê daxuyanî da

Oct 05 2023

Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê îro 5ê Cotmeha 2023yan red kir ku droneke wan li Rojavayê Kurdistanê hatibe xistin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, îro hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê droneke Turkiyê li asmanê navenda Til Beyder ya li nêzîkî Til Temirê xistiye xwar.

Piştî ku dîmen li ser tora civakî hatin weşandin, Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de red kir ku drona wan ketibe xwarê.

Ji duh ve Turkiyê bi dronan bi dehan cih li bajarên Hesekê, Til Temir, Qamişlo, Kobanê û Amûdê bombebaran kirine, di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî, û ziyaneke mezin hatiye tomarkirin.

116