Li Efrînê demsala zeytûnan ber bi dawiyê ve diçe: Me tu sûd nedît

Li Efrînê demsala zeytûnan ber bi dawiyê ve diçe: Me tu sûd nedît

Nov 15 2023

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, demsala çinîna zeytûnan, ber bi dawiyê ve diçe, lê cotkarên kurd destvala ji demsalê derdikevin, bêparbûna cotkaran ji berhemê, ji ber bacên giran û têçûna zêde ye, her weha kiriyê veguhestin û guvajgehan e.

Îro 15ê Mijdara 2023yan, cotkarekî kurd ji ARKê re taybet da zanîn: Îsal tenekeya zeyta zeytûnan, gelekî buya bûye tevî wê yekê jî têra têçûn û bacanên ji aliyê komên çekdara ve sepandî nake, ku her tenekeyek 16 lîtir in, bi 75- 80 dolarên Emerîkî li bazaran tê firotin.

Cotkarekî din anî ziman: Ji ber dizî û desteserkirinê, cotkar neçar bûn berî dema çinînê were, dest bi berhevkirin û çinînê bikin, ew yek jî sedemeke sereke ji derdan û kêmiya berhemê bû, niha demsal ber bi dawiyê ve diçe tu sûdeke nedîtine.

Li ser bacên ji aliyê komên çekdar ve, jêderê tekez kir: Rêjeya herî zêde ji wan re ye, ji gundekî bo gundekî din cuda ye, hin caran tevî ku berhem nebe jî divê çotkar baca ku jê re hatiye danîn, bide.

Herêma Efrînê bi dar û berên xwe navdar e, 18 milyon darên zeytûna tê de hene, serbarî curên din lê bacên giran pişta çotkaran şikandiye.

109