Hesekê.. Parêzerek di zaindanên rêjîma Esed de canê xwe ji dest da

Hesekê.. Parêzerek di zaindanên rêjîma Esed de canê xwe ji dest da

May 10 2024

Parêzerekî Sûrî di zindanên ewlehiya rêjîma Sûrî de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

piştî du hefteyan ji zindankirina parêzer Samir Hebîb Eltelah di şaxê ewlehiya tawanan yê rêjîma Sûrî de li bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê duh Sêşemê 7ê Gulana 2024an canê xwe ji dest da.

Li gorî Çalakvanê Sûrî Humam daye xuyakirin ku rewşa tendirustî ya parêzer di zindanê de xirab bibû lê rêjîmê Sûrî red kiribû wî veguhêze Şamê bo wergirtina çareseriyê.

Li gorî jêderên xwecihî piştî kuştina parêzer Samir Hebîb Eltelah di zindanên Rêjîmê de nerazîbûnek di nav êla Elbegara de derkete holê û berpirsê polîsê li Hesekê bi kuştina wî tometbar dike.

56