Dihok.. şandek ji YNKS beşdarî di Kernevala Imzekirina Pirtûkan de kir

Dihok.. şandek ji YNKS beşdarî di Kernevala Imzekirina Pirtûkan de kir

May 10 2024

Şandek Ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya beşdarî di kernevala imzekirina pirtûkan li bajarê Akrê li parêzgeha Dihokê de kir.

Bi serpiriştiya Dr. ALî teter parêzgarê Dihokê Tevgera rewşenbîrî roja Pênşemê ( 9/5/2024 ) vestîvala yekê ji kernevala imzekirina pirtûkan li Akrê bi rêkxistin kir.

Di kernevalê de şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, û 80 nivîskar, helbestvan, romannivîs . serbarê kesên giringîdar di ware siyasî, rewşenbîrî , û kesayetiyên niştimanperwer, û civakî ji tevaya parezgehên Herêma Kurdistanê û perçeyên din yên kurdistanê beşdar bûn.

Di merasîman de rûniştineke giftûgoyî hate encamdan, û tê de ronahî xistin ser giringiya rola pirtûk, çand, û zanînê di pêşketina welatan de.



55