4 malbatên din vegeriyane Efrîna Rojavayê Kurdistanê
May 10 2024
vegera malbatên penaber û derbider û koçberkirî bo zêdên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e, herî dawî 4 malbatek din vegeriyan gundên xwe.
Jêdereke taybet ji ARKê re got ku 2 malbaten penaber ji Turkiyê vegeriyan navenda navçeya Bilbilê û gundê Qorta li Efrînê.
Serbar kir jî ku 2 malbatên derbider jî ji Helebê vegeriyan navçeya şiyê û gundê Ebla.
Li gor amarên ARKê ji destpêka sala nû ve derdora 100 malbatên kurd vegeriyane navçe, û gundên xwe li Efrîna rojavayê kurdistanê.
44