Xelkê bajarê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn
Ev e çend roj in û elekitrîk li ser bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye birîn û xelk ji ber vê rewşê dinalin.
Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku ev e zêdetirî sê rojan ne, û xelkê bajarê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn bi sedema birîna para mazotê ya taybet bi xwedanên jenetoran ji aliyê rêveberiya PYDê ve.
Jêderê serbar kir ji ku rêveberiya PYDê nirxê yek empêrî ji 12 bo 14 hezar Lîreyên Sûrî li Dirbêsiyê bilind kir, herweha demjimêrên dabînkirina elektrîkê jî ji 8 demjimêran daxist 6an.
Eve çend sal in û kirîza sûtemeniyê û birîna elekitrîkê li bajar û bajarokên kurdî li rojavayê kurdistanê berdewam in, bi sedema vê rewşa xirab xelê dinalin û di rewşeke pir xirab de dijên.
205
