Hesekê.. Hêzên Rûsî rêgirî li karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî kir

Hesekê.. Hêzên Rûsî rêgirî li karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî kir

May 10 2024

Bi sedema nebûna hemahengiya pêş wext navbera Hêzên Emerîkî û yên Rûsî de,hêzên Rûsî rêgirî li karwaneke hevpeymaniya navdewlwtî li bajarê hesekê yê rojavayê kurdistanê kir.

Serokê navenda rûsî ya lihevhatinê li Sûriyê Yûrî Bobof ragihand ku îro Înê li gundê Sermoka jorîn yê bi ser bajarê Hesekê ve polîsa leşkerî ya rûsî rêgirî li karwaneke hevpeymaniyê ku ji 6 alavên leşkerî û du barhilgirên biçûk pêk dihat kir.

Li gorî berpirsê Rûsî bi sedema rêgirîkirinê karwana hevpeymaniyê neçar bû li ser vegerê û rêya xwe biguhere ew jî bi sedema nebûna hemahengiyê navbera hêzên wan û yên Emerîkî de.


44