Çarenivîsa girtî û revandiyên Kurd di girtîgehên PYDê ne diyar e

Çarenivîsa girtî û revandiyên Kurd di girtîgehên PYDê ne diyar e

Nov 15 2023

Ji dema ku Rêjîma Sûrî deverên Rojavayê Kurdistanê radestî PYD kirine, kuştin, revandina çalakvan û siyasetmedaran, girtin, leşkeriya neçarî û revandina zarokan berdewam e.

Çarenivîsa bi dehan siyasetmedar û çalakvanên Kurd di girtîgehên PYDê de ne diyar e, ji wan:

- Behzad Dorsin (Endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-S) di 24-10-2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Nîdal Osman (Endamê rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê) di 24-10-2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Ehmed Osman Seydo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 10-09-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Îdrîs Elo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 08-11-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Fûad Îbrahîm (Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê) di 24-03-2017 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Emîr Hamid (Endamê Rêxistina Soz) di 11-01-2014 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.
- Cinêd Seyid Mecîd (Endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê) di 15-08-2023 deji aliyê çekdarên PYDê hate girtin.
- Cemîl Omer (Serokê Hêzên Demoqratîk Yên Kurdî li Sûriyê) di 13-07-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

Tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê.

235