
Şandeke ENKSê rewşa penaberan bi parêzgarê Hewlêrê re gotûbêj kir
Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 2yê Cotmeha 2023yan, serdana Parêzgeha Hewlêrê kir, li gel parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw civînek li dar xist.
Şanda ENKSê ji Dr. Ebdulhekîm Beşar, cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê, û Ibrahîm Biro, endamê Desteya Danûstankara Sûriyê pêk dihat.
Her du aliyan behsa rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê nexasim yên li nava kampan bi taybet kampa Dareşekranê kir.
Omîd Xoşnaw tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê bi her hewlekê rabin da ku xizmeta penaberan bikin.
Di 23yê meha bûrî heman şandê hevdîtinek li gel Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê encam dabû.
1980