PYDê rojnamevan Berzan Hisên serbest berda: 6 caran hatiye girtin û revandin
ARK NEWS... Duh 30yê Îlûna 2023yan, çekdarên PYDê rojnamevan Berzan Hisên li Girkê Legê serbest berda.
Serbetberdana Berzan Hisên, piştî zêdetirî meh û nîvekê hat, ku di 16ê Tebaxê de li gel Cinêd Seyid Mecîd endamê Komîta Herêma ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya hatibû revandin.
Berzan Hisên jidayîkbûyê 1973yan e, hilgirê bawernameya Lêkolînên Yasayî ji zanîngeha Feratê ya Dêrazorê ye, rojnamevan e di partiya xwe de, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, her weha weke endamê Desteya Rêveberî di Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya de cih digire, serbarî endamê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriya ye.
Di jiyana xwe de 6 caran ji aliyê rêjîma Sûriyê û PYDê ve hatiye girtin û revandin, rêkeft û cihên ku hatiye revandin weha ne:
2005 ji aliyê ewlekariya siyasî ya rêjîma Sûriyê li Hesekê
2007 ji aliyê ewlekariya leşkerî ya rêjîma Sûriyê li Rimêlanê
2014 ji aliyê PYDê ve
2017 ji aliyê PYDê ve ku 6 mehan ma
2021 ji aliyê ewlekariya netweî ya PYDê
2023 ji aliyê ewlekariya giştî ya PYDê
Heta nivîsandina vê nûçeyê çarenivîsa Cinêd Seyid Mecîd endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ku bi hev re hatin revandin ne diyar e.
.
1985