Ciwanekî Kurd ji aliyê Cendirmeyên Turkî ve hate kuştin

Ciwanekî Kurd ji aliyê Cendirmeyên Turkî ve hate kuştin

Sep 30 2023

Ciwanekî Kurd ji bajarê Serê Kaniyê bi sedema lêdan û eşkenceya tund ji aliyê Cendirmeyên Turkî ve, jiyana xwe ji dest da.

Jêderên taybet dane zanîn: "Ciwanê bi navê Mesûd Hemo Naso dema ku hewl dida di navçeyeke navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê re derbasî Turkiyê bibe, ji aliyê Cendirmeyan ve hate girtin, bi tundî lêda û ew eşkence kir, û bi sedema birînên dijwar canê xwe ji dest da".

Berya du rojan jî, jêderine taybet dabû zanîn, ku şeva Çarşemê 27 - 9 -2023, Cendirmeyên Turkî hejmarek ciwan girtine, dema hewl didan sînor derbas bikin.

Û serbar kir: "2 ciwanên bi navê Elî Hisên Cindo û Ezîz Hemo, rastî lêdan û eşkenceya tund hatine, ji ber vê yekê jî bo nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo yê R. Kurdistanê hatine veguhastin".

Di wê demê de jêderan amaje kiribû ku çarenvîsa Mesûd Hemo Naso û Mihemed Ibrahîm Elherdan ne diyar e, "goman heye ku ji aliyê Cendirmeyan ve hatibin girtin".

Ji ber rewşên ewlekarî û jiyanê yên xerab, pêla koçberiyê ji Rojavayê Kurdistanê berdewam e, rojane bi dehan bi rê dikevin û berê xwe didin welatên Ewropî, di rêya koçberî û penaberiyê de rastî hemû coreyên metirsiyê tên û hin ji wan jî canên xwe ji dest didin.

3642