Apo :

Apo : "Ez spasiya serok Barzanî dikim"

Nov 15 2018

ARK NEWS .. Piştî ku serok Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê bi boneya serbestberdana Ebdulrehman Apo belav kir, endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya Ebdulrehman Apo spasiya serok Barzanî kir

Di çarçoveya beşdariyê di bûltena ARKê de 15 Mijdarê 2018an Ebdulrehman Apo endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya spasiya serok Mesûd Barzanî li ser peyama wî kir û got "Ez slaveke germ ji serok Mesûd Barzanî re dşînim, û peyama wî cihê serbilindî û şanaziyê ye, û em dê berdewam li ser rêbaza Barzanî kar bikin" .

Apo herwiha got "Tu carî li ser kar û xebata xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemer ez poşman nebû me ji ber ku rêbazeke pêroz e " .

Îro serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê bi boneya serbestberdana Apo belav kirbû .

Ş.E

811