Qamişlo.. Xwenîşandanek li dijî bilinkirina rêveberiya PYDê ji nirxê Mazotê re

Qamişlo.. Xwenîşandanek li dijî bilinkirina rêveberiya PYDê ji nirxê Mazotê re

Sep 19 2023

Ji dema bilindkirina rêveberiya PYDê ji nirxê sotemeniyê re li Rojavayê Kurdistanê û deverên din yên di bin kontrola wê de, hîn jî xwenîşandanên nerazîbûnê li dijî kiryara vê rêveberiyê berdewam in.

Îro 19ê Îlûna 2023yan, hejmarek çalakvan û rojnamevanên R. Kurdistanê seknandinek li dijî kiryara rêveberiya PYDê li pêş avahiya şaredariyê li Qamişlo li dar xistin.

Xwepêşanderan siloganên wek: Ez ziyandêtîm e, Hevkêşeyeke asan e, bi 4600 LS Mazot heye, bi 500 LS Mazot tune.. û gel azd e, Em daxwaza damezrandina desteyeke çavdêriyê ya serbixwe bo eşkerkirina gendela dikin, Bilindkirin.

Piştî bilindkirina rêveberiya PYDê ji nirxê mazotê re, ev çend roj in, xelkê bajarên ”Kobanî, Dêrik, Qamişlo, Minbic, Girkê Legê” xwenîşandanan bi rê ve birin, û mangirtin li bazarên R. Kurdistanê û deverên din yên di bin kontrola PYDê de hatine li dar xistin.

Her wiha, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê "ENKS" duh banga beşdariyê di seknandinekê de li dijî kiryara rêveberiya PYDê,19ê Îlûnê, demjmêr 5ê êvarê li pêş baregeha Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo kir.

Beriya çend rojan, Rêveberiya PYDê nirxê litra Mazota tîkêtan ji 525 bo 2100 LS bilind kiriye, û nirxê litra Mazota ku bi şêweyekî azad li westgehên sotemeniyê tê firotin ji 1700 bo 4600 LS bilind kir.

Piştî bilinkirina rêveberiya PYDê ji nirxê Mazotê re, nirxê tûrê nanê geştiyarî ji 3500 bo 4500 LS bilind bû, û kiriya veguhestina taybet ya hundirîn li Qamişlo ji 6000 bo 15000 LS bilin bû.

884