Rêveberiya PYDê nirxê Mazotê li Rojavayê Kurdistanê bilind kir
Li Rojavayê Kurdistanê bilindbûna niraxan, kirîzên berdewam û paşgukirina gazinên welatiyan bûne rastiyekê, û bi şêweyekî nerênî bandorê li ser rewşa welatiyan dikin.
Jêderên xwecihî îro Şemiyê 16 Îlûna 2023 ji ARK re ragihandin, ku rêveberiya PYD nirxê litra Mazota tîkêtan ji 525 Lêreyên Sûrî bo 2300 Lêyreyan bilind kiriye.
Heman jêderê diyar kir, ku rêvberiya PYD nirxê litra Mazota ku bi şêweyekî azad li westgehên sotemeniyê tê firotin ji 1700 Lêyreyên Sûrî bo 4200 LS bilind kiriye, û li hin westgehan bi 4600 LS tê firotin.
Di derbarê bandorên bilindbûna nirxê Mazotê li ser welatiyan de, jêderê diyar kir, ku ev kiryar dê bibe sedema zincîrek kirîz di rojên bê de, wek bilindbûna kiriya hêla veguhestina giştî, bilindbûna nirxê nên û kersteyên din yên sereke.
Ji destpêka Îlûnê ve û bilindbûna nirxan bûye mijara sereke ya xelkê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, gazinên welatiyan nayên bihîstin û roj bi roj kirîz zêdetir dibin, di encamê de jî pêla koçberiyê bilind dibe û hejmara qurbaniyên rêya koçberyê bo jiyanek aram zêde dibe.
135