Kurdistanî şehîdbûna 5 ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj bi bîr tînin

Kurdistanî şehîdbûna 5 ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj bi bîr tînin

Sep 16 2023

ARK NEWS... 9 sal li ser şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Leşkerê Roj, li dijî rexistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê re derbas dibin.

Di 16/9/2014an de 5 ji Peşmergeyên Roj ji efser û peşmerge li dijî rexistina DAIŞê li devera Hesen Şam li gundê Sêfedîn şehîd bûn.

Navên pakrewanan ev in:

Şehîd Aqîd Beşîr Ehmed Hogir ji Bakurê Kurdistanê, şehîd Neqîb Comerd Mişo ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, şehîd Mustafa Cercîs ji Başûrê Kurdistanê, şehîd Delîl Ehmed Elî Mihemed ji Tirbespiyê, Qamişlo_ Rojavayê Kurdistanê, şehîd Silêman Hemza Hacî ji Tirbespiyê _ Rojavayê Kurdistanê.

Di sala 2014an de Herêma Kurdistanê rastî şerekî giran ji aliyê rexistina DAIŞ ya terorî ve hat, tê de bi sedan ji DAIŞê hatin kuştin û hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd bûn di nav wan de Pêşmergeyên roj jî hebûn.

139