
Salvegera şehîdbûna 2 efserên Pêşmergeyên Leşkerê Roj
Sep 15 2023
ARK NEWS... Îro 2 sal li ser şehîdbûna du efserên hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin.
Her du şehîd dema li ser erkê xwe bûn mayînek teqîya di encamê de şehîd bûn.
Her yek ji Ismaîl Osman û Hemdî Cabir Mihemed Emîn ku bi peleya Mûlazim 1 in, beriya 2 salan li navçeya Dînartê li parêzgeha Duhokê dema li ser erkê xwe bûn, mayînek teqiya, di encamê de jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Her du şehîdên pêşmerge li goristana Şaxkê li bajarê Duhokê bi xakê hatin spartin.
144