Îran internêt ser bajarê Rojhilatê Kurdistanê birî .

Îran internêt ser bajarê Rojhilatê Kurdistanê birî .

Sep 12 2018

Endamekî berê yê serkirdayetiya Hedek dibêje li Rojhilatê Kurdistanê li dijî bidervekirina welatiyên kurd , û topbarankirina baragehên Partiya Demokrata Kurdistan Îran ( Hedeka ), û Partiya Demokrata Kuristan ( Hedek ) mangirtineke giştî bi rêve çû .

Di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê Bêbeş Bîrotî endamê berê yê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan Îran ( Hedeke ) ragihand mangirtina nerazîbûnê li ser kiryarên hovane yên rêjîma melalî serê sibeha îro çarşemê li bajarên ( Sina , Merêwan , Seqiz , Bane , Mehabad , Bokan , Şino , Pawe , Pêranşar dest pê kir , dûkan û bazara nehatine vekirin .

Herweha bêrûtî ragihand ku hikûmeta Îranê bo têkdana hemahengiyê navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de enternêtê gelek lawazkirin , û li çend navçeyekê biriye

844