Rêxistineke Navnetewî: Ji sala 2014an ve 1270 Sûrî di rêya koçberiyê de mirine

Rêxistineke Navnetewî: Ji sala 2014an ve 1270 Sûrî di rêya koçberiyê de mirine

Mar 29 2024

Li gorî Rêxistina Koça Navnetewî di 10 salên bûrî de, zêdetirî 63 hezar kesî di nav wan de penaberên Sûrî hene canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Koça Navnetewî di raportek de diyar kir, ku di navbera salên 2014 û 2023'an de li seranserê cîhanê zêdetirî 63 hezar kes, ku Sûrî di nav wan de hene di rêyên koçberiyê de mirine yan jî winda bûne, ji vê hejmarê, zêdetirî 28 hezar koçber di Deryaya Spî de canê xwe ji dest dane.

Herweha raportê tekez kir ku ji wê hejmarê 1270 Sûrî di rêya koçberiyê de mirine.

rêxistinê amaje kir jî ku 60% ji miriyên hatine ragihandin, ji ber xeniqînê ne.

58