62 sal in şoreşa Îlûnê bi rêbertiya Barzaniyê nemir dest pê kiriye
Di Îlûna 1961ê de, rêberê gelê kurd, bavê netewa kurdî nemir Mela Mustefayê Barzanî, şoreş li dijî stemkarî û zordariya dagîrkerên Kurdistanê dest pê kir, şoreşeke ku viyan û bixwebaweriya mirovê Kurdistanî bû, û pêngaveke giring û pêşeng bû di xebata gelê Kurdistanê de.
Di şoreşa 11 Îlûnê ya pîroz de hemû pêkhate, çîn û tiwêjên Kurdistanê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir beşdar bûn, û rûberûyî stemkarî û dagîrkeriyê bûn.
Şoreşa Îlûlnê bi bilindtirîn nirx û bi biryar û viyana serkirdayetiya xwe û têkoşîna Pêşmerge û gel pêşengiya doza rewa ya gelê Kurdistanê kir û gavên mezin ber bi pêş ve avêtin û bû çavkaniya hêzê ji bo qonaxên din yên xebata gel, û bû bingeh ji têkoşerên hemû beşên din yên Kurdistanê re.
Şoreşa Îlûnê, dijmin neçar kir ku danpêdanê bi qewereya Kurdistanê bike, û di destûra Iraqî de otonomî ji kurdan re, di 11ê Adara sala 1970 de hat nivîsandin û çespandin.
Di sala 1975an de rêkeftina Cezaîrê şoreş têk bir, lê careke din gelê Kurd bi rêbertiya serok Mesûd û Idrîsê her dem sax di 26ê Gulana 1976an dest bi şoreşê kir, û rêjîma Iraqî ya faşist her curek ji tawanan encam da, û tê de 183 hezar kurdên bêguneh bûne qurbaniya hovîtiya rêjîma Sedam, û şehîd bûn.
Gelê kurd di dirêjahiya dîroka xwe de, şoreş û raperîn dest pê kirinê, piraniya şoreşan bi têkdan û têkçûn bi dawî hatine, lê şoreşa Îlûna pîroz di serdema nû de, yek ji şoreşên herî pîroz e, ku bi saya wê gelê kurd bûne xwedî otonomiyekê û çirayeke geş li Başûrê welêt vêketiye.
187