Hunermend Ebdilqadir Silêman.. Jiyan û huner

Hunermend Ebdilqadir Silêman.. Jiyan û huner

Sep 05 2023

Di 4ê Êlûna 2023yan de, stêrkek ji stêrkên hunera kurdî li Rojavayê kurdistanê vemirî û koça dawî kir.

Hunermendekî ku gelek keç û xortên Rojavayê Kurdistanê li ber deng û saza wî dawetê xwe kirine û dîlan û govend gerandine.

Hunermend Ebdilqadr Silêman.. jiyan û huner:

Di malbateke hunerî de li gundê Hilêliyê yê bajarê Qamişlo sala 1961ê ji dayik bûye. Di sala 1970 de dest bi hunerê kir. Sala 1975an rêyeke xwe ya cuda û taybet hilbijart.

Di dirêjahiya jiyana wî ya hunerî de ku digihêje nêzîkî 50 salî, erşîfeke mezin li pey xwe hiştiye, bêtirî 100 kasêtî ji stranên dîlana kurmancî û şêxanî, herweha evînî û netewî.

Di sala 2011an de penaberî Herêma kurdistanê bû. di sala 2017an de rastî celteya mêjî hat.

Di 4 – 9- 2023, hunermendê navdar Ebdilqadir Silêman di 62 saliya xwe de li nexweşxaneya Azadî li Duhokê koça dawî kir û li goristana Şaxikê ya heman bajarî bi xakê hate spartin.

255